Li Meletiyê di 20 rojan de bi 16 milyon dolaran qeysî hatin hinardekirin

24-08-2022
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeysî Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, di demsala nû ya qeysiyan de ji 1ê Tebaxê heta 20ê Tebaxê bi bihayê 16 milyon dolaran qeysiyên hişk hatin hinardekirin.

Li gor amarên Borseya Bazirganî ya Meletiyê, di demsala nû ya qeysiyan de ji 1ê Tebaxê heta 20ê Tebaxî di serî de Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya û Brezîlya 2 hezar û 908 ton qeysiyên hişk hatin hinardekirin, ku dahata wê 16 milyon û 54 hezar dolar bû.

Meletî li ser asta cîhanê girîngtirîn bajarê qeysiyan e ku 9 milyon darên qeysiyan lê hene. Meletiyê ji 1ê Tebaxa 2021ê heta 31ê Temûza 2022an bo 113 welatan 80 hezar û 720 ton qeysiyên hişk hinarde kiribûn û 375 milyon dolar dahat bidest xistibû.

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand ku armanca wan a demsala nû 100 hezar ton hinarde û 500 milyon dolar dahat e.

Qeysiyên Meletiyê her sal ji aliyên karkerên demsalî yên ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê wek Riha, Amed, Mêrdîn, Şirnex û Semsûrê ve tên komkirin û hişkkirin. Karkerên demsalî salane 2 mehan li baxçeyên qeysiyan dixebitin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst