Meletiyê bi bihayê 435 milyon dolaran qeysî hinarde kirine

05-08-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeysî Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganiyê ya Meletiyê eşkere kir ku di demsala 2022-2023an de bi bihayê 435 milyon dolaran qeysiyên hişkkirî ji welatên din re hatine hinardekirin.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan, bidawîbûna demsala berhema qeysiyên a li Meletiyê ragihand.

Parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi qeysiyên xwe navdar e. 

Li Meletiyê demsala berhema qeysiyan meha Tebaxa 2022an dest pê kiribû û 31ê Tîrmeha 2023an bi dawî bû.

Ramazan Ozcan diyar kir ku di dema salekê de berhema qeysiyan 80 hezar û 606 ton bûye.

"Ji ber erdhejên roja 6ê Sibata îsal zerareke zêde gihişte parêzgehê"

Ozcan bal kişande ser xisara erdhejê û ragihand:

“Ji ber erdhejên roja 6ê Sibata îsal zerareke zêde gihişte parêzgehê û heta niha jî kargeh bi şiyana ji sedî 10 karê xwe dikin.

Me tevî yekê jî demsala 2022-2023an di berhema qeysiyan de karî 435 milyon û 546 hezar dolar dahat bi dest bixin.”

Ozcan behsa meha dawî ya berhema qeysiyan kir û got, “Tenê di meha tîrmehê de berhema qeysiyan 3276 ton bû û dahat jî 20 milyon û 416 hezar dolar bûye.”

Li gorî Ozcan, di demsala2021-2022an de berhema qeysiyan 100 hezar û 68 ton û dahat jî 500 milyon dolar bûye.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan da zanîn ku armanca wan ew e di demsala 2023-2024an de berhemanînê bighînin 130 hezar tonî û herwiha dahatê jî bighînin zêdeyî 750 milyon dolarî.

Li gorî amaran, li parêzgeha Meletiyê 8 milyon darên qeysiyan hene û debara ji sedî 60ê welatiyên Meletiyê li ser berhema qeysiyan e.

Ji sedî 95ê qeysiyan li kargehan tên hişkkirin û bo welatên cîhanê tên hinardekirin.

Amerîka û welatên Ewropayê di rêza yekem a wan welatan de ne ku qeysiyên Meletiyê ji wan re tên hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst