MELETÎ - Îsal bi qasî 76 milyon dolaran qeysî hatin hinardekirin

10-03-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeysî Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê di du mehên îsal de bi qasî 76 milyon û 474 hezar dolaran, 13 hezar û 19 ton qeysiyên hişk hatin hinardekirin.

Li Meletiyê ku li ser asta cîhanî nêzîkî ji sedî 85ê qeysiyên hişk berhem tîne û hinardeyî zêdeyî 100 welatan dike.

Piştî erdhejê hinardeya qeysiyên hişk careke din zêde bû.

Serokê Odeya Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand ku di du mehên sala borî de wan 12 hezar û 90 ton qeysiyên hişk hinarde kiribûn.

13 hezar û 19 ton qeysiyên hişk hatine hinardekirin

Bi gotina Ramazan Ozcan îsal jî di heman mehan de me 13 hezar û 19 ton qeysiyên hişk hatine hinardekirin.

Ramazan Ozcan da zanîn ku 76 milyon û 474 hezar dolar dahata wê hebû.

Karker peyda nabin

Serokê Odeya Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê wiha got:

“Di navbera 1ê Tebaxa 2023yan û 29ê Sibata 2024an de me 45 hezar û 182 ton qeysiyên hişk hinarde kirin.

Helbet li gel vê yekê me 266 milyon û 622 hezar dolar dahat bi dest xist.

Di vê demê de pirsgirêkên me yên kapasîteyê hene.

Ji ber ku kargehên me nikarin karkerên pêwîst peyda bikin, kapasîteya wan a xebatê kêm dibe.

Lê tevî hemû encamên neyînî yên erdhejê li ser asta cîhanê hinardeya fêkiyên hişk û bi taybetî sektora qeysiyan cihê xwe parast û bi awayekî bihêz hinardeya xwe zêde kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst