Hêzên Hikûmeta Sûriyê li ku dera Rojavayê Kurdistanê dimînin?

05-06-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Hêzên Hikûmeta Sûriyê Rojavayê Kurdistanê Heseke Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hikûmeta Sûriyê di sala 2012an de piştî destpêkirin şerê navxweyî ji piraniya Rojavayê Kurdistanê vekişiyan an jî hatin derxistin.

Di sala 2012an de piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir YPG û YPJê karîbûn bi hêsanî piraniya Rojavayê Kurdistanê ji destê hêzên Hikûmeta Sûriyê derxin. Herwiha li hineke devaran di navbera hêzên Kurd û rejîma Sûriyê de şerekî tund rû da.

Lê hêzên hikûmeta Sûriyê li hin deverên Rojavayê Kurdistanê heta îro jî hebûna xwe berdewam dikin.

Niha Hêzên Hikûmeta Sûriyê tenê li nava çargoşeyên ewlehiyê yên Heseke û Qamişlo ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê mane.

Xalên ku di bin destê hêzên Hikûmeta Sûriyê de ne ev in:

Çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê

Li Hesekê hêzên Hikûmeta Sûriyê ji artêş, Polîs, Berevaniya Niştîmanî, çekdarên ser bi Îranê ve li çargoşeya ewlehiyê an jî li bazara navendî ku jê re dibêjin cadeya Filistîn mane.

Cadeya Filistîn ya Hesekê

Cadeya Felestîn li navenda bajarê Hesekê ye, bazareke giştî ye, nîvê wê di dest Hêzên Hikûmeta Sûriyê de ye û nîvê din jî di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye.

Dadgeh û nifûs ya Hesekê

Her li Hesekê, dadgeh ku jê re dibêjin Koşka Dadê li nêzîkî peykerê Hafiz Esed e, serokê berê yê Sûriyê û bavê serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed e. Her wiha saziya nifûsê û çend saziyên din ên li navenda Hesekê ku karûbarên sivîl dikin di bin destê rejîmê de ne.

Çiyayê Kewke yê Hesekê

Çiyayê Kokeb ku Kurd jê re dibêjin Kewke ku beşeke hêzên serbazî yên Hikûmeta Sûriyê û top li wê derê bi cih dibin, di destê Hikûmeta Sûriyê de ne.

Balafirxaneya Qamişlo

Li Qamişloyê jî Hêzên Hikûmeta Sûriyê li çend xalên biçûk li nava bazara Qamişlo bi cih dibin û heta sala 2021 li Taxa Tey bi cih dibûn.

Her wiha balafirxaneya navdewletî ya Qamişlo ku gelek caran civînên di navbera HSD, Hikûmeta Sûriyê û Rûsya lê tên tê kirin jî di destê hikûmetê de ye.

Deriyê Nisêbîn-Qamişlo

Deriyê Nisêbîn ê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê jî di destê Hikûmeta Sûriyê de ye.

Sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê

Piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser bajarên Serêkaniyê û Girêspî di Cotmeha 2019an de, li ser daxwaza Rêveberiya Xweser, hêzên parastina sînor ên Hikûmeta Sûriyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin bicihkirin.

Şerê taxên Neşwa û Xiwêran li Hesekê

Di navbera şervanên Rêveberiya Xweser û Hêzên Hikûmeta Sûriyê gelek caran li Hesekê û Qamişlo şer derketiye.

Di şerên salên 2014-2015-2016an de li Hesekê şervanan dest danîn ser taxên Xiwêran û Neşwa yên li başûrê Hesekê.

Şerê Taxa Tey li Qamişlo

Di 20 Nîsana 2021an de jî li Qamişlo şer derket, Asayîşa Rêveberiya Xweser taxa Tey a li Başûrê Qamişlo xistine bin kontrola xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst