Bihayê zêr gihîşt asta herî bilind a hemû deman

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Biha Rekor Dîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayên zêr îro gihîşt asta herî bilind a hemû deman.

Bihayê her onsa zêr îro sibehê bi 3 hezar û 357,40 dolaran gihîşt asta herî bilind û rekora xwe nû kir û li gorî asta heftane jî zêdetir ji sedî 3yan biha bû.

Grama zêr ji 4 hezar û 100 lîreyî derbas bû

Piştî zêdebûna bihayê onsê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê grameke zêr jî li pey hev rekoran dişikîne.

Grama zêr saetên destpêkê yên sibehê gihîşt 4 hezar û 117 lîreyên Tirkî û niha li dora 4 hezar û 100 lîreyî ye.

"Xuya ye zêr dê hîn jî bihatir bibe"

Analîstê Bazarê yê Tradu.comê Nikos Tzabouras got, “Her tişt li gorî zêr diçe û biha gihîştine rekorên nû.

Divê kêmbûnên di bihayê de normal bên dîtin lê heta ku tevliheviya bazirganiyê berdewam bike, xuya ye dê bihayê zêr hîn jî zêde bibe."

Ji ber bandora siyaseta bazirganiyê ya Donald Trump, cihê dolara Amerîkayê wekî bendereke ewle ketiye bin pirsê.

Îndeksa Dolarê (DXY) li nêzîkî asta herî nizm a sê salên dawî ye.

Ev rewş wiha dike ku hilberînerên li şûna pereyên din bêhtir zêr bi kar bînin.

Zêr ji destpêka salê ve ji sedî 27 zêdetir biha bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst