Tirkiyê riya Qamişlo-Tirbespiyê bombebaran kir

14-06-2023
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Bombebaran Êrîşa Dronî Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke Tirkiyê li ser riya Qamişlo - Tirbe Spî otomobîlekê bombebaran kir û di ecamê de 4 kes birîndar bûne.

Îro danê êvarê droneke Tirkiyê li ser riya Qamişlo - Tirbe Spî li nêzîkî gundê Şorik otomobîlekê bombebaran kir û di encama bombebaranê de 4 kes birîndar bûne û ziyaneke mezin gihişte derdorê.

Heta niha derbarê vê bombebarana dawî de ne ji aliyê HSDê ve ne jî ji aliyê Tirkiyê ve ti daxuyanî nehatine belavkirin.

Hêzên Tirkiyê ji doh ve bi giranî herêmên Minbic û Şehbayê û gelek deverên Rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike û êrîşa ser wan herêman îro jî berdewam e.

Li aliyê din hêzên Tirkiyê ji doh ve bi giranî herêmên Minbic û Şehbayê topbaran û bombebaran dike û êrîşa ser wan herêman îro jî berdewam e.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrîşan aşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê derbarê êrîşên doh û îro de daxuyanî belav kirine.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê derbarê êrîşên duh Sêşemê 13ê Hezîranê de dibêje, dronên Tirkiyê rêbendên wan li gundê Derec û derdora pira Qereqozaxê li rojhilatê Minbicê bombebaran kirine û di wan êrîşan de 2 şervanên wê encûmena leşkerî ku ser bi HSDê ve ye, canên xwe ji dest dane û şervanek jî birîndar bûye.

Li gor daxuyaniyê, hêzên Tirkiyê doh bi topxaneyê û hawinan gundê Tuxar li bakurê Minbicê jî topbaran kirine.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê êrîşan de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Artêşa Tirkiyê hedefên ku li herêmên Til Rifet û Minbicê hatibûne destnîşankirin, bi temamî kirine armanc û di êrîşan de 41 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst