Qamişlo: Denîz a 13 salî bi vîna xwe zora penceşêrê bir

11-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Qamişlo: Denîz a 13 salî bi vîna xwe zora penceşêrê bir
Qamişlo: Denîz a 13 salî bi vîna xwe zora penceşêrê bir
Nîşan Qamişlo Penceşêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê keçeke Kurd a bi navê Denîz bi vîn û morala xwe zora penceşêrê bir.

Denîz Îsam Osman keçeke Kurd a 13 salî ye û ji bajarê Qamişlo yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye. Denîz a ku di warên wênekêşî, mûzîk û lîstikvaniyê de behredar e, di temenê heft salî de tûşî penceşêrê bû lê bi vîn û morala xwe ya xurt û bilind, zora penceşêrê bir û çak bû.

Keça behredar a ji Qamişloyê Denîz Îsam Osman li ser rewşa xwe got, “Daxwaziya min ji zarok û mezinan, xwe di destê nexweşiyan de bernedin, divê rewşa xwe xirab nekin li ber xwe bidin. Hobiyên min nîgar, şanogerî û wênegirî ne. Ji ber ku nîgarsazî alavan dixwaze rewşa me ya aborî têrê nake.”

Malbata Denîzê ku ji 6 kesan pêk tê û tevî rewşa wan a darayî ya zehmet, di nexweşiya wê de, herwiha di pêşxistina behreyên wê de, pê re alîkar bûn.

Dayika Denîzê anî ziman, “Beriya emeliyatê kutleya li ser gurçika wê gelekî mezin bû. Paşê kutleya wê biçûk kirin û emeliyat kirin. Hêvî û vîneke wê ya bihêz hebû ku wê baş bibe. Ne bi wê vîn û hêviya wê bûye ez dibêjim wê baş nebûya.”

Mamoste û rahênerên Denîzê jî, şanaziyê bi zîrekî, xurtbûn û jêhatîbûna wê dikin.

Mamosteya Denîzê got, “Gelekî jîr û jêhatî bû, serkeftin bi dest dixistin. Niha Denîz bi min re di baxçeya zarokan de dixebite.”

Denîz jidayikbûya 2009an e, li bajarê Qamişlo dijî. Di dema tûşbûna xwe de û piştî çakbûnê jî, heta niha Denîz beşdariyê di gelek çalakiyên hunerî û werzişî de dike û bi dil û vîneke xurt û hêviyeke mezin, jiyana xwe berdewam dike û şahiyê digihîne kesên derdora xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst