Hewlêr (Rûdaw) - Çînê baca gumrikê ya li ser kel û pelên Amerîkayê heta ji sedî 125an zêde kir.
Biryara Çînê wekî bersiveke sepandina bacên zêdetir ên ji aliyê Amerîkayê ve ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê ragihand, ji ber ku hinek welatan bersiva bacên gumrikê nedaye dê 90 rojan baca gumrikê li ser 75 welatan ragire.
Donald Trump Çîn jî tawanbar kir ku bazara cîhanê têk dibe û baca gumrikê ya li ser Çînê heta ji sedî 125an zêde kir û roja din jî baca gumrikê heta ji sedî 145an zêde kir.
Di bersiva bacên gumrikê yên Amerîkayê de, Çîn baca li ser kel û pelên ji Amerîkayê tên hinartin bi rêjeya ji sedî 84 zêde kiribû.
Çîn îro careke din bacên gumrikê yên li ser Amerîkayê heta ji sedî 125 bilind kir.
Serokê Çînê Xi Jinping piştî zêdekirina bacên gumrikê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku li gel Pekînê li dijî “zordariya” Amerîkayê bisekinin û got, “Di şerê baca gumrikê de kes bi ser nakeve.”
Çîn dibêje Donald Trump bi danîna bacên gumrikê bazara cîhanê têk daye û divê îberpirsyariya tevahiya vê bêserûberiyê ya ku bazar daye ber xwe rake ser milên xwe.”
Wezareta Bazirganiyê ya Çînê jî ragihand:
“Zêdekirina berdewam a bacên Amerîkayê yên li ser Çînê bêyî ku ti sûdên wê yên pratîk li ser aboriyê hebin bûye lîstika hejmarî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse