Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên Hevserokatiya Ofîsa Firneyan a Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser li hemû kantonên wan rojane pêwîstî bi 1480 ton ard heye.
Bi dehan aşên Rêveberiya Xweser û aşên taybet ji bo ku ji firneyan re ard bihêrin tim digerin.
Komîteya Saylo, Aş û Firneyan a Rêveberiya Xweser serpereştiyê dike da ku genim di dema xwe de bigihe aşan.
“Em nan belaş didin koçberên Efrînî”
Hevserokê Komîteya Saylo, Aş û Firneyan a Rêveberiya Xweser Sebrî Mihemed got: "Em rojane 295 ton ard li 105 firneyan dabeş dikin.
Her wiha rojane 3 ton ard ji bo birayên me koçberên Efrînî ku mêvanên me ne tên veqetandin û wekî nan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve belaş li wan tê belavkirin."
Di salên borî de xelkê Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Rêveberiya Xweser gazin ji kalîteya xirab a nên dikirin.
Komîteyên taybet bi şopandin û pişkinînê şiya vê pirsgirêkê çareser bikin lê heta niha Reqa pişta xwe bi aşên Hisîçayê (Hesekê) ve girê dide.
“Em hawara xwe digihînin Hisîçayê”
Sebrî Mihemed li ser vê mijarê jî wiha peyivî:
"Li gorî lidûvçûna komîteya me û ya Temwînê kalîteya nan û ard baş bûye lê ji ber kêmbûna karebayê û têkçûna aşên Reqayê em hawara xwe digihînin Hisîçayê.
Êdî eger ard li me kêm bikeve aşên Hisîçayê ardekî baş ji me re dişînin, an em pişta xwe carinan bi ardê zîro yê hawirdekirî ve girê didin lê bi giştî ard ji aşên Hisîçayê tê ji me re."
Hevserokatiya Ofîsa Firneyan a Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser dibêje ku pêwîstiya firneyên hemû kantonên wan rojane bi 1480 ton ard heye.
Pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser jî salane bi 650 hezar ton genim heye.
Rêveberiya Xweser bihayê her tonê ard kiriye 800 hezar lîreyên Sûrî û yek rebte (pakêt/kîsik) nan bi 1500 lîreyî tê firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse