Dolarê Amerîkî gihîşte 11.47 lîreyê Tirkî

22-11-2021
RÛDAW
Nîşan Dolarê Amerîkî Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî 22ê Mijdara 2021ê demjimêrên êvarî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihîşte 11.47 lîreyan.

Li Tirkiyê kêlî bi kêlî li hember dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e û 22ê Mijdara 2021ê  dolarek gihîşte 11.47 lîreyan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan 22ê Mijdara 2021ê  piştî civîna Desteya Wezîran  li ser rewşa aborî, pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û navçeyê axivî.

Erdogan amaje bi wê yekê daku ew bi biryar in  ji dêvla tim û tim dûbarekirina faîza zêde û kura kêm bi polîtîkayên xwe yên hinardê û hilberînê bo Tirkiyê tişta herî rast pêk bînin.

Ev gotinên Serokkomarê Tirkiyê ên derbarê faîzê de di demekê de ne ku ji ber polîtîkaya daxistina faîzê ya hikûmetê roj bi roj nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar dikeve û rewşa aborî ya wî welatî xirabtir dibe.

Piştî vê daxuyaniya Erdogan, bihayê her dolarekî Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî gehişte derdora 11.47 lîreyan.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî û têkçûna aborî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst