Dolar li hemberî lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir

21-08-2024
RÛDAW
Nîşan Dolar Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî 34 lîreyê Tirkî derbas kir û euroyek jî bû 37,85 lîre.

Daketina bihayê lîreyê Tirkî ya li beramberî pereyên biyanî berdewam dike.

Piştî biryara Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê ku rêjeya faîzê sabît girt, nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî daket.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê roja Sêşemê 20ê Tebaxa 2024an civiya û rêjeya faîzê bilind nekir ku wekî ji sedî 50 sabit girt.

Li ser vê yekê îro di nav rojê de daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramberî dolarê Amerîkî berdewam kir û 1 dolar 34 lîre derbas kir.

Tevî hemû hewldanên rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê dolar û enflasyon li ser hev bilind dibin.

Tevî ku rêjeya faîzê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an ji sedî 8,5 bûye ji sedî 50 nirxê lîre li hemberî pereyên biyanî zêdetir daket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst