Ji Dolar rekoreke nû li hemberî lîreyê Tirkî: 31 lîre derbas kir

21-02-2024
RÛDAW
Nîşan Dolar Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û gihişt 31,0035  lîreyan.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî berdewam e û îro dolarekî Amerîkî 31 lîre derbas kir.

Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 31,0035  lîreyan. Euro jî bi 33,45 lîreyên Tirkî ye.

Dolar di dîrokê de cara yekem 31 lîreyan derbas dike.

Daketina lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî ji Hezîrana sala borî ve berdewam e.

Lîreyê Tirkî li hemberî dolar di 12 mehên borî de ji derdora ji sedî 65 nirxê xwe ji dest daye.

Tenê di mehek dawî de jî zêdeyî ji sedî 2.5 nirxê xwe ji dest daye.

Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, li Tirkiyê nirxê hemû pêdiviyên sereke yên jiyanê biha dibin û roj bi roj hêza kirînê ya welatiyan kêm dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst