Dolar gihişt 34,5 lîreyan

13 demjimêr berê
Nîşan Dolar Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî gihişt nêzikî 34,5 lîreyan.

Lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî roj bi roj bêqîmettir dibe.

Îro bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 34,49 lîreyan. Euro jî bi 36,36 lîreyên Tirkî ye.

Roja înê dolarekî Amerîkî bi 34,41 û euro jî bi 36,32 lîreyan dihat firotin.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê dê 21ê Çiriya Pêşîn biryara xwe ya derbarê faîza bankê de eşkere bike û tê pêşbînîkirin ku rêjeya faîzê careke din wekî ji sedî 50 bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst