Trump 90 rojan bacên gumrikê yên li ser 75 welatan radigire

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Bacên Gumrikê Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Donald Trump diyar kir, ji ber ku hinek welatan bersiv nedaye bernameya gumrikê ya Amerîkayê, dê 90 rojan bacên gumrikê yên li ser 75 welatan ragire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir, ji ber ku Çînê rêz li bazara cîhanî negirtiye dê bacên gumrikê yên li ser Çînê zêde bike û derxe ji sedî 125an.

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê derbarê bacên gumrikê û tarîfeyên wê daxuyaniyek belav kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ji ber “bêrêziya” Çînê ya li bazarên cîhanê, Amerîka tarîfeyên xwe yên li ser Çînê zêde kiriye û kiriye ji sedî 125 û da zanîn:

“Ez hêvî dikim ku Çîn di demeke nêzîk de fem bike ku serdema xwarina keda Amerîkayê û welatên din êdî derbas bûye, ne mimkun û nayê qebûlkirin.”

Trump diyar kir ku berpirsên Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê ragihandiye ku zêdetirî 75 welatan pêwendî bi wan re daiyne ji bo çareserkirina mijarên wekî bazirganî, astengiyên bazirganiyê, tarîfe, manipulasyona diravî û tarîfeyên nediravî.

Trump da zanîn ku wan welatan li hemberî Amerîkayê mîsîleme nekiriye û ragihand ku wî erê kiriye ku tarîfeyên zêde 90 rojan bên ragirtin û di vê demê de rêjeya bingehîn a tarîfeyê ji sedî 10 be.

Serokê Amerîkayê 2yê Nîsanê ku wekî “Roja Rizgariyê” bi nav kiribû, rêjeyên tarîfeyên bacên gumrikê ku dê li ser welatan bên sepandin, îlan kiribûn.

Trump diyar kiribû ku rêjeya bingehîn a tarîfeyê dê ji sedî 10 be û li gorî tarîfe û astengiyên derveyî tarîfeyan ku ji aliyê welatên din ve tên sepandin, rêjeyên cuda yên bacên gumrikê dê bên sepandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst