Li Kurdistanê di 2019 de 153 kargeh hatine avakirin

21-01-2020
Şehyan Tehsîn
Şehyan Tehsîn
-
-
Nîşan Herêma Kurdistanê Kargeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi sedema asayîbûna rewşa aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê, daxwazên ji bo damezrandin û avakirina kargehan zêde bûye.

Rêveberê Teknîkî û Sepireştê Kargehan li Rêveberiya Giştî ya Geşepêdana Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, Mistefa Zubêr ji Rûdawê re ragihand: Bi sedema asayîbûna rewşa aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê, di sala 2019 de li gor sê salên bihorî hejmara kargehên ku hatine damezrandin û dest bi kar kirine, bi awayekê berçav zêde bûye.

Mistefa Zubêr got, piştî ku xalên kontrolê û gumrukên di navbera Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê de hatin rakirin, herwiha piştî cîbicîkirina yasaya hejmar 20 a Iraqê li Herêma Kurdistanê, daxwazên ji bo damezrandina kargehan li herêmê zêdetir bûye.

Li gor yasay hejmar 20 a bazirganiyê ya Iraqê, kargehên nû têne avakirin bo 5 salan bacê nadin, rê tê dayîn ku li ser erdê çandiniyê kargehên xorekê bêne avakirin, hêsankarî bo hawirdekirina kelupelên kargehan tê kirin û herwiha baca hawirdekirina amûran bo kargehên navxwe ji sedî 1 e.

Li Herêma Kurdistanê heta sala 2019 bi giştî 4258 kargeh hebûne, ku li Hewlêrê 2656, li Silêmanî 1072 û li Duhokê jî 530 kargeh hebûne û bi wê yekê 40,755 derfetên kar hatine peydakirin.

Bi wê yekê, di sala 2019 de li gor sala 2018 derfetên kar bi rêjeya 4.6% zêde bûne.

Di sala 2019 bixwe de, 153 kargeh hatine damezirandin û 147 mohletên damezrandina kargehan jî ji aliyên pêwendîdar hatine xwestin.

Corên kargehên ku hatine damezrandin bi vî awayî bûne: 45 kargehên xwarinê, 28 kargehên plastîkê, 21 kargehên mobîliyatan, 20 kargehên kîmyayî, 17 kargehên silulozî, 12 kargehên avahîzasiyê, 7 kargehên filizî, 2 kargehên dirûtinê û kargeheka xizmetguzariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst