Nêçîrvan Barzanî û rayedarê Azerbaycanê li ser vekirina Konsulxaneya Azerbaycanê axivîn

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Azerbaycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Karbirêkerê Balyozxaneya Azerbaycanê yê li Iraqê Nasir Mammadov re civiya û her du aliyan behsa vekirina Konsulxaneya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an Karbirêkerê Balyozxaneya Azerbaycanê yê li Iraqê Nasir Mammadov kir.

Di civînê de her du aliyan, pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi Azerbaycanê re gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê her du aliyan ji bo pêşxistina peywendiyan bi taybetî di warê aborî, bazirganî û geştiyariyê de guftûgo kirine.

Serokê Azerbaycanê roja 18ê Sibata 2023an ragihandibû ku ew kar li ser vekirina konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê dikin.

Di civînê de behsa vekirina Konsulxaneya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê û tedbîrên pêwîst di vê derbarê de hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst