Şehyan Tehsîn

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Şehyan xwediya şêweyeke serkeftî ya pêşkêşkirinê ye. Şehrezatiya wê di karê pêşkêşkariyê û zanîna ziman de, rewşenbîriyeke berfireh diyarî wê kirine ku pêkan e di bultenên nûçeyan û rûmal û programên gotûbêjan de pişt bi wê bê girêdan.



Şehyan Tehsîn

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Şehyan xwediya şêweyeke serkeftî ya pêşkêşkirinê ye. Şehrezatiya wê di karê pêşkêşkariyê û zanîna ziman de, rewşenbîriyeke berfireh diyarî wê kirine ku pêkan e di bultenên nûçeyan û rûmal û programên gotûbêjan de pişt bi wê bê girêdan.



Jînname

Şehyan di karê xwe de bi displîn e û bi awayekî berdewam dixwaze berhemên baştir pêşkêş bike. Bi sedema programa (Berpirsiyar) wek pêşkêşkareke xemxwera arîşe û pirsgirêkên xelkê û çareserkara pirsgirêkên kesên xwedî kêşe tê naskirin.
Şehyan Tehsîn ji sala 2015an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê wek pêşkêşkara Nûrojê û pêşkêşkara nûçeyan dest bi kar kir. Beşdarî çend xulên rahênana rojnamevanî yên Rûdawê bûye.
Di dema karkirina wê li Tora Medyayî ya Rûdawê, programên (Taksiya Remezanê, Citizen, Şehyana Hilbijartinê û Berpirsiyar) pêşkêş kirine.
Bi rêya programa Berpirsiyar pirsgirêkên bi dehan kesên hejar û feqîr û nexweş hatine çareserkirin ku yên herî diyar ji wan: Çandina dil û pişikan ji bo du zarokan, avakirina xanî ji sê malbatan re, avakirina dibistanekê li gundekî sînorê Silêmaniyê, vegerandina qerebûya beşdarên gundê Koreyî, tapokirina parçe zeviyên 4500 pêşmergeyan û dabînkirina hevkariya tendirustî û darayî ji sedan kesên din re.
Şehyan beşdarî rûmala bûyerên girîng ên Kurdistanê bûye, wek: Kontrolkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve, di dema giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de rasterast li studyoya Rûdawê û di nav xelkê de rûmal dikir. Di Hezîrana 2018an de programeke wê ta taybet di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de hebû, herwiha di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di Îlona 2018an de jî bernameyek taybet pêşkêş dikir.


Şehyan çend dîbeyt birêve birine û gelek konferans û pêşangehên navdewletî rûmal kirine. Herwiha hevpeyvîn bi berpirs û kesayetiyên diyar ên Kurdisatanê û biyanî re saz kirine.
Şehyan Tehsîn sala 1988an li bajarê Dihokê ji dayik bû.
Şehyan bakaloryos li beşê şaristanî yê koleja endezyarî ya Zanîngeha Dihokê wergirt.
Sala 1999an dest bi karê ragihandinê kir. Karê wê yê yekem di vî warî de pêşkêşkirina programa zarokan di kanala asmanî ya Kurdistan de bû. Herwiha pêşkêşkara kanala War bû.
Di sala 2018an de, li Dihokê, Şehyan yek ji axêverên TEDxê bû. Di sala 2013an de jî, Şehyan rêkxera eventên Festîvala Navdewletî ya Filman a Dihokê bû.
Şehyan zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî bi başî dizane.