DISK-AR: 8 milyon û 742 hezar kes bêkar in

12-09-2023
Nîşan DISK-AR Bêkarî Amar TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DISK-ARê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 milyon û 742 hezar kes bêkar in.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DISK- AR) amarên meha Tîrmeha 2023yan ên bêkariyê eşkere kirin.

Li gorî DISK-ARê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 milyon û 742 hezar kes bêkar in.

Li aliyê din, Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihandibû ku 3 milyon û 291 hezar kes bêkar in.

Li gorî TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Tîrmeha 2023yan hejmara kesên bêkar bi qasî 38 hezar kesa kêm bûye û daketiye 3 milyon û 291 hezar kesan.

Herwiha li gorî TUIKê rêjeya fermî ya bêkariyê ji sedî 9,4 e.

Li gorî DISK-ARê jî ev rêje ji sedî 22,7 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst