Li Tirkiyeyê rêjeya firotina xaniyan ji sedî 15 kêm bûye

15-09-2023
Nîşan TUIK Kirîn û Firotina Xaniyan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên rêjeya firotina xaniyan ragihandin.

TUIKê destnîşan kir ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê meha Tebaxa 2023yan li gorî heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji sedî 1,1 kêm bûye.

Li gorî TUIKê, Tebaxa 2023yan 122 hezar û 91 xanî hatine firotin.

Herwiha di 8 mehên destpêkê yên sala 2023yan de li gorî heman mehên sala 2022yan firotina xaniyan ji sedî 15,5 daketiye û 797 hezar û 418 xanî hatine firotin.

Herî kêm Erdexan û Colemêrg in

Meha tebaxê herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên Tirkiyeyê; herî kêm jî li parêzgehên Erdexan û Colemergê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

Li Erdexanê di meha Tebaxê de tenê 39 xanî hatine firotin.

Li aliyê din, li Stenbolê 17 hezar û 408 xanî hatine firotin.

Herwiha meha tebaxê rêjeya xaniyên ku welatiyên biyanî kirîne li gorî heman meha sala par ji sedî 42 kêm bûye û biyaniyan 3 hezar û 58 xanî kirîne.

Welatiyên Tirkiyeyê herî zêde li Stenbol, Antalya û Mêrsînê xanî kirîne.

Biyaniyan jî li Stenbolê hezar û 66, li Antalyayê 919 û li Mêrsînê 248 xanî kirîne.

Herî zêde Rûsyayî dikirin

Rûsyayî bi kirîna 733 xaniyan yekemîn, Îranî bi kirîna 342 xaniyan duyemîn û welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi kirîna 220 xaniyî di rêza sêyemîn de ne.

Welatiyên Qazaxistanê jî bi kirîna 141 xaniyan di rêza çaremîn de ne.

Ji bo wergirtina welatîbûnê xaniyan dikirin

Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyeyê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xaniyan dikirin.

Her biyaniyê ku li Tirkiyeyê bi bihayê 500 hezar dolarî veberhênanê bike yan milk bikire û wî milkî 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyeyê werdigire.

Ev reqem heta dawiya sala 2021ê 250 hezar dolar bû lê meha Kanûna Paşîn a 2022yan bû 500 hezar dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst