TIRKIYE - Berhemanîna pîşesaziyê ji sedî 0,4 kêm bûye

11-12-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Amar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyeyê meha Çiriya Pêşînê ya 2023yan berhemanîna pîşesaziyê ji sedî %0,4 kêm bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) îro amarên berhemanîna pîşesaziyê eşkere kirin.

Li gorî amaran meha çiriya pêşînê berhemanîna pîşesaziyê ya Tirkiyeyê ji sedî 0,4 kêm bûye û berhemanîna salane jî ji sedî 1,1 zêde bûye.

Li gorî pêşbîniyên bazarê û pisporan dihat çaverêkirin ku berhemanîn mehane ji sedî 0,2 kêm bibe û salane jî ji sedî 2 zêde bibe.

Herî zêde sektora maden û kanên keviran zêde bûye.

Li gorî amaran, sektora maden û kanên keviran li gorî heman meha par ji sedî 3,7 mezin bûye.

Sektora elektrîk, gaz, sarkirin û germkirinê ji sedî 3,5 û sektora berhemanîna pîşesaziyê ji sedî 1,3 biçûk bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst