Parlamenterê DEM Partiyê: Ciwan ji ber bêkariyê ji Şirnexê koç dikin

19-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mehmet Zekî Îrmez DEM Partî Şirnex Ciwan Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez ragihand ku ciwanên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji ber bêkariyê koçî bajarên din dikin.

Îrmez bangî hikumetê û rayedarên Tirkiyeyê kir ku di vê mijarê de pêngavên pêwîst biavêjin.

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir.

Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser pirsgirêka bêkariyê û çend pirsgirêkên din ên li parêzgeha  Şirnexê.

Îrmez bibîrxist ku Şirnex li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistan dûyem bajar e ku hejmara ciwanên wê herî zêde ye “lê Şirnex di warê bêkariyê de di rêzên yekem de ye.”

Mehmet Zekî Îrmez ragihand ku ciwanên Şirnexê ji ber bêkariyê koçî bajarên din ên Tirkiyeyê dikin û bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir ku di vî warî de pênagavên pêwîst biavêjin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kêmasiyên xizmetguzariyên tendirustî yên li Şirnexê jî û wiha pê de çû:

“Welatî ji bo ku xizmeta tenduristiyê wergirin, neçar dimînin berê xwe bidin parêzgehên derdorê.

Em bangî hikumetê û rayedaran dikin ku van pirsgirêkan çareser bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst