Ciwan ji welêt koç dikin: Li hinek kolanan 10-12 xaniyên firotinê hene

15-01-2024
Ciwanên Derbendîxanê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ciwanên Derbendîxanê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Berf Elektrîk Derbendîxan Koç Ewropa Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Di maweyê çar mehên borî de herî kêm 300 ciwanî ji qezaya Derbendîxanê ya Silêmaniyê koç kiriye û li hinek kolanên Derbendîxanê 10-12 xaniyên firotinê hene.

Hokarên wekî “nebûna kar, çavlêkirin, xeyalên jinayeke baştir” hinek ji wan sedeman in ku ciwanên Kurdistanê ji welêt bar dikin û berê xwe didin rê û dirbên koçberiyê.

Yek ji wan deverên ku gelek ciwan jê koç dikin jî Derbendîxan e.

Gelek ciwanên Derbendîxanê bi hêviyên jinayeke baş li rêyekê digerin da ku xwe bigihînin Ewropayê.

“Li Derbendîxanê bûye projeyek”

Dikandarê ji Derbendîxanê Soran Ehmed got:

“Hemû pîş û karê wan ew e ku xaniyekî, zeviyekê yan tiştekî bifiroşin û herin. Ev, li Derbendîxanê bûye projeyek.

Ji ber ku mûçeyan nadin kar jî nîne, hemû kes bê kar e û ji ber vê jî em dixwazin herin derveyî welêt.”

Helgurd Umer 8 sal in ku li Derbendîxanê çafiroş e. Dibêje berê rojane gelek ciwan dihatin û wan ça vedixwar lê niha ew ciwan li Ewropayê ne.

Berê dikana Helgurd 30 metre bûye lê niha ji ber ku kêm kes tên û bazar miriye wî dikana xwe biçûk kiriye.

Ji bo ku koç nekiriye poşman e

Kerîm Eliyê malnişîn jî ji ber ku koç nekiriye poşman e. Kerîm Elî da zanîn ku derfetên kar gelekî kêm in û got:

“Ku aqilê min ê vêga beriya niha bi 20 salan di serê min de bûya, em dê biçûna Ewropayê.

Qet nebe dê paşerojeke me ya baş hebûya. Me dê ji bo paşeroja xwe tiştek peyda bikira.”

Rêberê Grûpa Dilsozên Derbendîxanê Dilşad Soleyî  li ser pirsirêkên qezaya xwe dixebite.

Dilşad da zanîn ku di maweyê çar mehan de 334 kesan ji Derbendîxanê koçî derveyî welêt kiriye.

Li hinek kolanên Derbendîxanê 10-12 xaniyên firotinê hene

Dilşad herwiha destnîşan kir ku li hinek kolanên Derbendîxanê 10-12 xaniyên firotinê hene û pê de çû:

“Li deverekê rêzeke dikanan heye, camêr 500 hezar dolar lê xerc kiriye lê niha 200 hezarî nake.

Ji ber vê jî kes nîne ku bi kar bîne. Yên ku xwedî pere ne pereyên xwe li vê derê xerc nakin û bi xwe re dibin Ewropayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst