Bihayê xorakê li cîhanê ji sedî 10 kêm bûye lê li Tirkiyeyê ji sedî 72 zêde bûye

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) Xorak Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Rêxistina Çandinî û Xorakê ya Neteweyên Yekbûyî sala 2023yan bihayê xorakê li seranserî cîhanê ji sedî 10 daketiye lê li gorî TUIKê bihayê xorakê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berovajî vê yekê ji sedî 72 zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Çandinî û Xorakê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Kanûna Pêşîna 2023yan bihayê xorakê li seranserî cîhanê li gorî Kanûna Pêşîna 2022yan bi rêjeya ji sedî 10,1 daketiye.

Herwiha li gorî endeksa xorakê ya Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) sala 2023yan nirxê xorakê berovajî ya cîhanê bi rêjeya ji sedî 72 zêde bûye.

Di meha Kanûna Pêşîna heman salê de jî enflasyona xorakê ji sedî 4,81 zêde bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihandibû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Kanûna Pêşînê bi rêjeya ji sedî 3,28 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 61,98an.

Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihandibû ku rêjeya enflasyona meha Kanûna Pêşînê ji sedî 5,58 e û ya salane jî gihiştiye ji sedî 129,27an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst