Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji nirxê genim ne razî ne

08-06-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Cotkar Nirxê Genim
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îsal buhayê genim serê tonekî 6 hezar û 50 lîreyê Tirkî diyar kir. Piraniya cotkaran dibêjin serê tonekî ji 8 hezarî kêmtir wan xilas nake û bang li hikûmetê dikin ku buhayê genim ji nû ve diyar bikin.

Li bajarên kurdan werzê drûn û çinîna genim heta heftiyekî dest pê dike. Lê rojeva cotkaran ji hişkesalî û rêjeya genim zêdetir niha bi temamî bûye buhayê ku hikûmetê ji bo genim diyar kiriye.

Serokomarê Tirkiyeyê ji bo îsal buhayê tonek genim weke 6 hezar û 50 lîreyê tirk diyar kir. Her wiha ji bo palpiştiyê jî hezar lîre dê bide cotkaran.

Yasîn Guzelsoy ku ji xortaniya xwe ve li gundê Zozinca Jorîn a Amedê cotkariyê dike, îsal 500 donum erd ajotiye. Li gorî gotina wî buhayê ku îsal ji bo genim hatiye diyarkirin kar û zirara wan ji hev dernaxe.

Cotkar Yasîn Guzelsoy got “Buhabûna ku hatiye ser mazotê û ser gubreyê, ev buhayê ku daye çarikek wê jî nake. Yanî kar û zirar hev dernaxe. Em ê salekî çawa bi vî awayî îdare bikin?”

Piraniya cotkaran dibêjin serê tonek genim ji 8 heta 9 hezar lîreyê Tirkî kêmtir di zirara wan de ye.

Cotkar Adil Sevîm diyar kir “Cotkar heqeten di zehmetiyê de ne. Evqas zehmetiya ku dixwin, ev  buha ne li gorî wê keda wan e.”

Cotkar Mesûd Zozinc ragihand “Dora 2 lîreyî em zêdetir li bendê bûn. Ji me re hindik tê.”

Li 11 bajarên Kurdan beşeke mezin a Kurdan bi cotkariyê re eleqedar dibin. Lê bi dehan hezar kes jî dexl û danên cotkaran li bazaran difiroşin. Bazirganên dexl û dan jî li hemberî vî buhayê hatiye diyarkirin heyirî mane.

Bazirganê Genim Haci Mezher Balli got “Ev 6 hezar û 50 TL ku daye eger ku ji gubre û îlacê û mesref evqas giran nebûna fiyeta wê baş bû. Hem esnafên ku bistandana dê nan jê bixwarana û hem jî cotkaran qezenç bikira. Lê mixabin lîtreyek mazot 27 lîre ye, tonek gubre bûye 14-15 kaxiz, hebekî îlaç bûye 300 kaxiz pere. Ew bike 10 hezar lîre jî dîsa têrê nake.”

Bi nexweşiya koronayê re gelek pispor êdî di wê baweriyê de ne ku di demên pêş de ji ber îhtîmala nexweşiyên vê serdemê û şerên pêkan çandinî di destê dewletan de dibe amûreke stratejîk. Ji ber vê yekê jî divê polîtîkaya çandiniyê bikaribe cotkaran têr bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst