Bakurê Kurdistanê – Berê genim baş e lê keda cotkaran li ber avê diçe

13-06-2024
Mihemed Emîn Demir
Bazara Genim / Wêne: Rûdaw
Bazara Genim / Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Genim Cotkar Gazin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Barana bi xêr û bêr a îsal rûyê cotkarên Bakurê Kurdistanê xweş kir lê bihayê genim kêfa wan li wan şikand.

Li parêzgehên Riha, Mêrdîn û Amedê yên Bakurê Kurdistanê ku navendên girîng ên çandiniyê ne dirûna genim berdewam dike.

Îsal ji ber barana biharê berê genim gelekî baş e lê ji ber ku biha gelekî kêm e cotkar ne razî û xemgîn in.

Cotkar dibêjin xerciyên wan 2-3 qetan zêde bûne lê dewletê bihayê genim tenê ji sedî 12 zêde kiriye û eger wiha berdewam bike dê dev ji çandiniyê berdin.

“Cotkar ji ber mesrefa giran dinalin”

Cotkar Cevher Turk got ku mesref zêde ne lê genim erzan e û pê de çû:

“Cotkaran sala 2023yan mesrefeke pir zêde kir. Mazot, gubre, derman û avdanî ji ji sedî 100 zêde bûn.

Bihayê genim ê ku hat eşkerekirin kêm e. Genim ji ji sedî 12 hat bihakirin. Sala borî 8,250 lîre bû û îsal bû 9,250 lîre.

Cotkar ji ber mesrefa giran dinalin. Karê nakin û giş zererê dikin. Bi rastî çandinî pir xirab bûye.

Cotkar dê sala bê ji çandiniyê birevin. Ev biha mesrefa xwe dernaxe.

Cotkarekî ku 100 donim genim av dide ji 300 heta 500 hezar lîreyî li karebayê dide.”

Deşta Qoserê yek ji deverên girîng ên hilberîna genim e lê cotkar ji ber erzaniya genim gelekî bi gazin in.

“Cotkar ji ber bihayê genim xemgîn û ne razî ne”

 Serokê Bazara Dexlûdan a Mêrdînê Mehmet Şerif Oter daxuyand ku bihayê hatiye diyarkirin kêm e û li dû çû:

“Berhem îsal baş e, ji ber ku çile, payîz û biharê baran baş hat berhem jî bi bereket e lê biha ne baş e.

Bihayê îsal gelekî kêm e. Bihayê genimê nên ji sedî 8 zêde kiriye hikûmeta me, yê meqernayê jî ji sedî 10 zêde kir.

Genimê ku sala borî 8,250 lîre bû, bû 9,250 lîre û yê bi 9,250 lîreyî bû 10,000 lîre.

Tiştên wekî tov, mazot, gubre, derman û makîneya çînînê yên ku ji cotkaran re lazim in ji nêvî zêdetir biha bûn.

Tiştê hatiye eşkerekirin gelekî kêm e. Cotkar ji ber bihayê genim xemgîn û ne razî ne. Biha zêde bûya dê baş bibûya.”

Bazara genim / Wêne: Rûdaw

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala borî lîtreyeke mazotê bi 19 lîreyan bû lê hezîrana îsal gihiştiye 41 lîreyan.

Bihayê tonek gubre ji 12 hezar lîreyan gihişte 13 hezar û 500 lîreyî.

Li hêla din, genim sala borî bi 8,250 lîreyan bû û îsal bi 9,250 lîreyan tê firotin ku tenê ji sedî 10 zêde bûye.

Herwiha heqdestê karkeran, makîneyên çinînê û pereyên avdaniyê jî zêdeyî ji sedî 100 zêde bûne.

Bazara genim / Wêne: Rûdaw

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst