Cotkarên Mêrdînê: Xwezayê rûyê me kenand bila hikûmet jî bikenîne

01-06-2024
Ferdî Sak
Îsal dilê cotkarên Mêrdînê xweş e û xêr û bereket ketiye berhemên wan
Îsal dilê cotkarên Mêrdînê xweş e û xêr û bereket ketiye berhemên wan
Nîşan Mêrdîn Genim Cotkar Nirx
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Deşta Mêrdînê, wekî embareke girîng a dexlûdanê Bakurê Kurdistanê tê dîtin.

Niha li vê deşta bêdawî, demsala çinîna genim dest pê kiriye.

Îsal dilê cotkaran xweş e û xêr û bereket ketiye berhemên wan.

Lê ew nizanin ka dê Ofîsa Berhemên Axî (TMO) bihayekî çawa ji genimê wan re diyar bike.

Heta niha biha nehatiye eşkerekirin

Heta niha biha nehatiye eşkerekirin û cotkar dilgiranin ku dîsa neheqî li wan bê kirin û nikaribin heqê keda xwe wergirin.

Serokê Odeya Cotkarên Qoserê Mîkaîl Erbey ji Rûdawê re got îsal berhemê genim li Mêrdînê baş e û bi dilê cotkaran e.

“Em dê genimekî baş hilînin”

Mîkaîl Erbey behsa barana îsal kir û got:

“Demam çînîna genim e. Îsal baran pir bû û hewa pir xweş bû û li gorî dilê me bû.

Înşellah dê zadê me pir baş be. Em dê genimekî baş hilînin. Li Mêrdîn, Qoser, Dêrik û navçeyên din ên wê."

“Em dixwazin hikûmet bihayekî baş diyar bike”

Tevî ku rewşa berhem baş e lê cotkar nîgeran in, ji ber ku TMOyê heta niha bihayê genim diyar nekiriye.

Dixwazin ew sazî jî wek xwezayê rûyê wan bikenîne û genimê wan bi bihayekî baş bikire.

Cotkar Abdulkadîr Gumuşten jî ji Rûdawê re got:

“Me bi silametî dest bi çînîna xwe kir. Dewletê hîn bihayê genim nedaye me.

Em di nav destê elafan de mane û Xweda dawiya me xêr bike.”

Li aliyê din Mîkaîl Erbey got:

“Em dixwazin hikumet bihayekî baş diyar bike da ku cotkar mexdûr nebin û xwêdana eniya xwe bistînin û genimê xwe bi bihayekî baş bidin."

Cotkaran ji ber bihabûna gubre, mazot û zêdebûna xerciyên din ên çandiniyê mesrefeke zêde li genim kirine.

“Cotkaran mesrefeke zêde li genim kirine”

Ji ber wê jî diwazin îsal bihayekî baş ji bo berhemê wan bê diyarkirin da ku barê wan sivik bibe. Endezyarê Çandiniyê Weysî Batirhan jî li ser rewşa cotkaran wiha got:

“Bihayê genim nehatiye diyarkirin û em nizanin serê me li ber ser kîjan kevirî ye.

Ez bawer dikim ji bo her donimekê derdora 2 hezar û 500 lîre mesrefa vî erdî heye.

Niha bihayê kîloyeke genim li gorî kalîteya xwe herî zêde bi 9 heta 10 hezar diçe.

Em nizanin ka dê biha bi çi awayî cotkaran xilas bike.”

Li gorî amarên fermî sala borî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berhemanîna genim bi rêjeya ji sedî 11,4 zêde bûye û gihiştiye 22 milyon tonan.  

Niha bihayê kîloyek genimê nan bi 10 lîre û 25 quruş wate 32 sentan e.

Bihayê kîloyek genimê meqerneyê jî bi 11 lîre ye ku dike nêzîkî 34 sentan.

Çavê cotkaran li bihay nû ye ka dê bikarin bi wî bihayî ji heqê xerciyan derkevin an na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst