Almanyayê 60 milyon Euro ji bo Sûriyeyê veqetand

31-12-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Sûriye Svenja Schulze Dibistan Pere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya dibêje 60 milyon Euro ku dike 62,7 milyon dolar, ji bo pêşxistina dibistan, mafên mirov û projeyên din dide Sûriyeyê.

Almanya ji bo bipêşxistina dibistanan, mafên mirovan û projeyên din dê 60 milyon Euro bide Sûriyeyê.

Wezîra Geşepêdanê ya Almanyayê Svenja Schulzeyê got ku piştî rêjîma Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşînê ji aliyê grûpên çekdar ve hat rûxandin û Esed neçar ma ber bi Moskowê ve bireve, "pencereyeke dîrokî" li Sûriyeyê vebûye.

Svenja Schulzeyê di daxuyaniyekê de li ser mijarê wiha anî ziman, "Biryar nehatiye dayîn ka piştre dê çi biqewime.

Lê derfeta bipêşveçûneke erênî heye û em her tiştê ku ji destê me tê divê bikin da ku piştgiriyê bidin."

Projeyên perwerdeyê

Nêzikî nîvê wan projeyên ku Almanya dixwaze li Sûriyeyê piştgiriya wan bike, taybet in bi perwerdeyê.

Di wê çarçoveyê de, 25 milyon Euro dê ji Ajansa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) re û 6 milyon Euro jî dê ji rêxistina mirovî ya Arche Nova re bên dayîn ku çend dibistanan bi rê ve dibe û bi giştî sê hezar xwendekar di bin çavdêriya wê de ne.

Di beşeke din a axaftina xwe Schulze wih axivî:

"Me pêşbîniyên xwe bi zelalî anîne ziman: Sîstemeke perwerdeyê ku îdeolojî, cudakarî û piştguhxistin tê de nebe."

Projeyên din

19 milyon Euro dê ji Ajansa Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) re, 7 milyon Euro ji rêxistinên ne-hikûmî yên Sûriyeyê re û 3 milyon Euro jî dê ji sindoqa Neteweyên Yekbûyî re bên dayîn ku taybet e bi piştgirîkirina rêxistinên jinan.

Li gorî Wezareta Geşepêdanê ya Almanyayê, hemû ev proje dê ji aliyê rêxistinên ne-hikûmî û ajansên Neteweyên Yekbûyî ve bên birêvebirin, ne ji aliyê rayedarên nû yên Sûriyeyê ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst