Almanya: Pevçûnên di navbera HSD û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de dê bibin karesat

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya HSD Tobias Tunkel Tirkiye Sûriye Kobanî
A+ A-

Hewklêr (Rûdaw) - Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got, "Pevçûnên di navbera HSD û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de dê ji bo sivîlan bibin karesat."

Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê Mezlûm Ebdî re axivî.

Tobias Tunkel derbarê naveroka axaftina xwe ya bi Mezlûm Ebdî re li hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Tobias Tunkel di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Di pêwendiya telefoni ya bi Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re de min behsa zêdebûna aloziya li Kobaniyê û avêtina gavên bilêz ên ji bo kêmkirina vê aloziyê kir.

Pevçûnê di navbera HSD û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de dê ji bo sivîlan bibin karesat.

Ev rewş dê hewldanên navneteweyî yên ji bo têkoşîna li dijî terorê asteng bike û pêvajoya li Sûriyeyê bi awayekî cidî têxe zehmetiyê."

Ev pêwendiya telefonî piştî wê yekê hat ku Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê 20ê Kanûna Pêşîn li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiyabû.

Baerbockê di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê de diyar kiribû ku Almanya û Tirkiyeyê hev ra ne û gotibû "Divê komên Kurd li Sûriyê bên bêçekkirin û tevlî hêzên ewlekarî yên hikûmeta Sûriyê ya pêşerojê bibin."

"Kobanî sembola têkoşîna qehremaniya Kurdan e"

Baerbockê 17ê Kanûna Pêşîn jî li ser Kobaniyê peyamek belav kiribû û bajarê Kobaniyê wekî sembol bi nav kiribû û gotibû:

"Kobanî sembola têkoşîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞê ye.

Piştî şerê 14 salan, tişta herî dawî ku divê mirov bike rijandina xwînê ye.

Ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û hêviya aştiyê berpirsyariya Tirkiyê jî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst