Almanya li ser penaberiyê yasayên nû derdixe

13-05-2024
Bijar Başqalî
Almanya li ser penaberiyê yasayên nû derdixe
Almanya li ser penaberiyê yasayên nû derdixe
Nîşan Almanya Penaber Pere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya ji bo rê li ber koça penaberiyê bigire yasayên nû derdixe.

Li gorî yasaya nû ya Parlamentoya Almanyayê, penaber ew pereyên wekî alîkarî werdigirin dê nikaribin bişînîn derveyî Almanyayê.

Almanya karteke bankayê dide penaberan da ku pêwîstiyên xwe pê bikirin.

Berê penaxwazan dikaribûn tevahiya pareyê nav wê kartê bi kaş bikişînin.

Li gorî yasaya nû ya penaberan niha tenê dikarin nîvê wan pereyan bikişînin.

Ev yasa nû ye û meha derbasbûyî li parlamentoya Almanyayê hat pesendkirin.

Armanc ji vê yasayê ew e ku penaber nikaribin pereyan ji malbatên xwe yê derveyî welat re bişînin.

Rêxistinên ku mafên penaberan diparêzin dibêjin, ev yasa hewlek e ji bo sarkirina koçberan ji çûyina ji bo Almanyayê.

Almanya xerciyên penaberiyê qut dike

Çalakvanên mafên mirovan amaje bi wê yekê dikin ku ev yasa ji bo rawestandina koçberan e.

Erinda Lacaya 45 salî, penaxwazeke Albanî ye, li Eichsfeld a Almanyayê dijî.

Dema diçe firoşgehê, pereyên kaxez bikar nayîne lê karteke peredayîna taybet a penaberên ku tenê li Almanyayê kar dike bikar tîne.

Berê, penaberan dikarîn hemû pereyên li ser kartê wergirin lê belê niha tenê dikarin nîvê pereyên ser kartê wekî nakît bikêşînin.

Dikarin nîvê din jî tenê bi elektronîkî ji bo kirîna tiştan bi kar bînin.

Penaxwaza Albanî li Almanyayê Erinda Lacayê li ser wê yasayê got:

"Nîvê pereyê elektronîk û nîvê din jî kaş e.

Nîvê ku elektronîk e ez dikarim xwarinê pê bikirim, nîvê din jî dikarim ji bo xwe û zarokên xwe li her derê hemû pêdiviyên xwe bikirim."

Yasaya nû meha borî li Parlamentoya Almanyayê hatibû pejirandin.

Li gor wê yasayê, pereyên kaş ji bo penaxwazan hatine kêmkirin da ku nikaribin pereyan ji xizmên xwe yên li derveyî Almanyayê re bişînin û bidin qeçaxçiyan.

Penaxwaz û parêzvanên mafên koçberan ji vê yekê  rexne dikin.

Li Almanyayê gelek xwaringeh û firoşgeh tenê pereyên kaxezî qebûl dikin.

Penaberê bi navê Cîhad Amûrî jî li ser yasayê got:

"Min hewl da li dikanekê tiştan bikirim, wan got ku hevbeşiya me bi vê kartê re nîne û hûn nikarin li vir tiştan bikirin.

Li Almanyayê li her derê ev kart kar nake."

“Dixwazin rê li ber koçberan bigirin”

Parêzvanên mafên penaberan dibêjin ev yasa hewldanek e ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve da ku koçber neçin Almanyayê.

Berdevka Rêxistina Pro Asyl Wiebke Judithê jî got:

"Dixwazin rê li hatina koçberan bigirin.

Lê divê zelal bibe ku ev kes ji ber şerê navxwe û zordariyê direvin û karteke pereyan nikare pêşiya wan bigire."

Par hejmara penaberên li Almanyayê ji sedî 50 zêde bû û bûbû 350 hezar kes.

Piraniya wan ji Sûriye, Tirkiye û Efxanîstanê ne.

 9ê Hezîrana 2024an hilbijartinên Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê tên kirin.

Hikûmet hewl dide pêla koçberan a ber bi Almanyayê ve rawestîne.

Rapirsî nîşan didin ku dengên partiya AFDyê ya dijî-koçberan e bi awayekî berçav zêde bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst