Wezareta Derve ya Swêdê ji Rûdawê re: Stafa balyozxaneya me ya li Bexdayê li cihekî ewle ne

30-06-2023
Zinar Şîno
Nîşan Swêd Wezareta Derve ya Swêdê Bexda Şewitandina Quranê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku li dijî bûyera şewitandina Quranê li Swêdê, li pêşiya balyozxaneya wî welatî ya li Bexdayê xwepêşandan hat kirin û bo demekê xwepêşander derbasî nav hewşa balyozxaneyê bûn, Wezareta Derve ya Swêdê ji Rûdawê re ragihand, ew ji rewşa balyozxaneya xwe ya li Bexdayê “agahdar” in û “stafa balyozxaneyê li cihekî ewle ne.”

Pêr Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitand.

Ew bûyer bû sedema nerazîbûn û bertekên tund di nav welat û civakên Misilman de û ew kiryar hat şermezarkirin.

Li dijî bûyera şewitandina Quranê, duh 29ê Hezîrana 2023an li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Swêdê hat sazkirin.

Xwepêşander ku piraniya wan alîgirên Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir bûn, bi dirûşmên wek “Quran Makeqanûna Me Ye”, “Belê ji Quranê re” bûyera şewitandina Quranê, pirtûka pîroz a Misilmanan, şermezar kir. Piştî demekê xwepêşander derbasî nav hewşa avahiya Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê bûn û li gor zanyariyên Rûdawê 15 xûlekan di hewşê de man, lê piştî ku hêzên ewlehiyê li balyozxaneyê hatin bicihkirin, xwepêşander ji hewşa balyozxaneyê derketin û li pêşiya wê nerazîbûna xwe berdewam kirin.

Li ser wê yekê, Wezareta Derve ya Swêdê bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.

Wezareta Derve ya Swêdê ji Rûdawê re ragihand, ew ji rewşa balyozxaneya xwe ya li Bexdayê “agahdar” in û “stafa balyozxaneyê li cihekî ewle ne.”

Di bersiva emaileke nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno de, Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Swêdê têkildarî xwepêşandana li Bexdayê ya li pêşiya balyozxaneya wî welatî ragihand, “Em ji rewşê baş agahdar in, karmendên balyozxaneya me li cihekî ewle ne û Wezareta Derve bi berdewamî bi wan re di danûstandinê de ye.”

Wezareta Derve ya Swêdê red kir ku helwesta Swêdê ya li ser xwepêşandana li pêşiya balyozxaneya li Bexdayê û tedbîrên ewlehiyê yên li derdora balyozxaneyê rabigihîne.

Di bersiva pirseke din a Zinar Şîno de, Wezareta Derve ya Swêdê dibêje, “Weke qaîdeyek, Wezareta Derve li ser hûrguliyên derbarê gefên li ser nûnertiyên me yên dîplomatîk an derbarê tedbîrên ewlekarî û tedbîrên parastinê de daxuyaniyê nade, ji ber ku ev dikare bibe metirsî li ser tedbîran û metirsiyê li ser stafa me û yên din zêde bike.”

Piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Selwan Momîka yê 37 salî, roja Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja cejna Qurbanê de li ber mizgefteke bajarê Stockholmê, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst