Berpirsekî Amerîkî: Me di dan û standinên li gel Îranê de bipêşketineke baş bi dest xist

20-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Dan û Standin Roma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê ragihand ku di hevdîtinên Amerîka û Îranê yên li Romaya paytexta Îtalyayê de “bipêşketineke têra xwe baş” bi dest xistiye.

Şandeyên Amerîka û Îranê doh li Romaya paytexta Îtalyayê bi navbeykariya Umanê civînek li dar xist.

Berpirsê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, di nirxandina xwe ya ji bo AFPyê de got:

“Îro li Romayê me di hevdîtinên xwe yên rasterast û ne rasterast de ku zêdetirî 4 saetan berdewam kir, bipêşketineke têra xwe baş bi dest xist.”

Hevdîtineke din a guftûgoyan a li ser programa atomî ya Îranê ya di navbera şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û şandeya Îranê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de li Romaya paytexta Îtalyayê hat lidarxistin.

Piştî hevdîtinan Ebas Eraqçî di daxuyaniya xwe ya ji bo ragihandina Îranê de anî ziman:

“Dan û standin li ser pirsgirêkên bingehîn hatin kûrkirin.”

Eraqçî da zanîn ku roja çarşemê ya pêş me şandeyên teknikî yên her du aliyan dê li Umanê dîsa li hev civin, piştre jî şandeyên dîplomatîk dê roja şemiyê careke din hevdîtinekê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got:

“Ev hevdîtin jî ku berdewamiya hevdîtinên berê bû, bi awayekî pir avaker derbas bû.

Me di hin armancên bingehîn de encamên baştir bi dest xistin.

Biryar hat dayîn ku hevdîtin bigihêjin qonaxeke din.”

Hevdîtin di bin siya nakokiyên li ser siyaseta derbarê çalakiyên nukleerî yên Îranê berdewam dikin.

Bi taybetî li Îsraîlê û di nava hin aliyên Amerîkayê de nîqaşa gelo ji bo pêşîlêgirtina ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe divê rêya midaxeleya leşkerî were şopandin an rêya dîplomatîk tê kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja înê di daxuyaniya xwe ya li Koşka Spî de anî ziman:

“Em dixwazin Îran bibe welatekî mezin, dewlemend û bi rûmet lê belê em qebûl nakin ku bibe xwedî çekên nukleerî.

Eger ew bibin xwedî çekên nukleerî, her kes dê di bin gefa mezin de bijî.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî roja şemiyê di axaftineke de da zanîn:

“Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe.

Ez dê di vê mijarê de gavan bi paş de neavêjim, heta bi qasî mîlîmetreyekê jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst