Piştî Swêdê li Denmarkê jî Quran hate şewitandin

22-07-2023
RÛDAW
Nîşan Denmark Şewitandina Quranê Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Denmarkê endamên grûpa tundrew Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkê) li ber Balyozxaneya Iraqê ya Denmarkê Quran şewitandin.

Endamên grûpa tundrew Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkê) dirûşmên li dijî Îslamê gotin û sivikatî li Quranê û alaya Iraqê kirin.

Heman grûpê paşê jî Quranê şewitand û xwepêşandan di bin ewlehiyên tund ên polîsan de hate kirin.

Wek ku grûp bixwe dibêje, wan “li dijî êrîşa Balyozxaneya Swêdê ya Iraqê” Quran şewitandiye.

Alîgirên Sedr jî li Bexdayê li dijî şewitandina Quranê xwepêşandan kirin û xwestin bi ser Balyozxaneya Denmarkê ya Iraqê de bigirin lê hêzên ewlehiyê rê nedan wan.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Iraqê ji parastina ewlehiya nûnerên dîplomatîk berpirsyar e.

Tê Nûkirin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst