Dusseldorf (Rûdaw) - Di medyaya Kurdî û torên civakî de hatiye belavkirin ku Fransa û Brîtanya li ser şandina wan koçberên ku bi keştiyên biçûk ji Kendava Îngilîzî xwe digihînin Brîtanyayê, li hev kiriye.
Lêkolînên Diyarsporayê diyar dikin ku ev yek ne rast e. Lewra kesên ku li Brîtanyayê ne û ji vê nûçeyê ditirsin û bi fikar in, bila rehet bin.
Lê belê Brîtanya û Fransa dest bi gotûbêjan kiriye ka eger tiştekî wisa bikin, divê çawa bikin?
Hikûmeta niha ya Brîtanyayê di bin zexteke mezin a navxweyî de ye. Ji ber ku ji destpêka îsal û vir ve di van çar mehan de zêdetirî 9 hezar koçber bi keştiyên biçûk çûne Brîtanyayê.
Tenê vê heftiyê û tenê roja Sêşemê 15ê Nîsanê 705 kes derbas bûne.
Îsal li gorî par û pêrar zêdetir koçber gihîştine aliyê din.
Ji ber vê yekê hikûmeta Brîtanyayê dixwaze bi Fransiyan re li ser wê yekê biaxive ka çawa û bi kîjan rêya yasayî koçberan dersînorî Fransayê bike.
Fransî dixwazin bi Brîtaniyan re li ser wê yekê bikolin ku li hemberî her koçberekî ku tê dersînorkirin û distînin, yekî bişînin Brîtanyayê ku xizmên wî li wir in û di çarçoveya yekbûna malbatê de girîng e bigihîjin hev.
Wekî nimûne kesekî ku li Brîtanyayê mafê mayînê wergirtiye û hevjîn û zarokên wî li Fransayê ne.
Lê belê ev hê jî tenê gotin e û danûstandineke cidî jî li ser nehatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse