Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew hêvî dike Rûsya û Ukrayna vê hefteyê peymanekê îmze bikin ku dê dawî li şerê di navbera her du welatan de bîne.
Trump got: "Ez hêvî dikim ku Rûsya û Ukrayna vê hefteyê peymanekê îmze bikin. Bi vî awayî her du dê karibin bi Amerîkaya pêşketî re dest bi kar û barên mezin bikin û serwetemendiyekê bi dest bixin."
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin duh ji ber Cejna Pascalê agirbest li Ukraynayê îlan kiribû.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, piştî ku li Kremlînê di civînekê de guhdarî rapota Serokê Giştî yê Artêşê Valery Gerasimov a derbarê rewşa li herêma operasyonê kir, ragihand ku artêşa Rûsyayê dê ji 19ê Nîsanê saet 18:00an heta 21ê Nîsanê saet 00:00an agirbestê bi cih bîne.
Serokatiya Dewleta Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got, "Agirbest dê du rojan berdewam bike, em hêvî dikin ku aliyê Ukraynayê jî dê rêz li vê yekêbigire."
Eger agirbest neyê dirêjkirin, dê saet 00:00an bi dawî bibe.
Zêdetirî 3 sal di ser şerê tund Rûsya û Ukraynayê derbas bûn. Li gorî hin amarên rêxistin û ajansên navneteweyî rojane ji her du aliyan bi sedan leşker di eniyên şer de tên kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse