Sûdanî daxwaz kir Balyoza Swêdê Iraqê biterikîne

20-07-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Swêd Şewitandina Quranê Selwan Momîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi biryarekê Wezareta Derve erkdar kiriye ku Balyoza Sêwdê Iraqê biterikîne.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Ehmed Sehaf îro ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye Wezareta Derve ya Iraqê ku wek bertek û nerazîbûn li dijî rêdana bi şewitandina Quranê û bêrêziya li hember pîroziyên Îslamê û Ala Iraqê li ser axa xwe, Balyoza Swêdê ji Iraqê bê derxistin.

Sûdanî herwiha ji Wezareta Derve ya Iraqê xwestiye ku Karbirêkerê Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholê jî bo welat vegerîne.

Li Stockholm a paytexta Swêdê Selwan Momîka yê bi eslê xwe Iraqî di 28ê Hezîranê de di roja yekem a Cejna Qurbanê de li ber mizgefta Stockholmê di bin parastina polîsan de Quran şewitand.

Alîgirên Tevgera Sedr îro Pêncşemê li Bexdayê derengiya şeva borî bi ser Balyozxaneya Swêdê de girtin û beşeke avahiyê şewitandin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî şewitandina Balyozxaneya Swêdê bi rayedarên ewlehiyê re civînek kir.

Piştî civîna serokwezîr a bi rayedarên ewlehiyê re hat ragihandin, êrîşa ser Balyozxaneya Swêdê hat şermezarkirin, biryar hat dayîn ku di bûyerê de kêmasiyeke ewlehiyê heye.

Hikûmeta Iraqê her wiha ji rayedarên Swêdê re ragihand, eger kiryarên li dijî Quranê berdewam bin, dê peywendiyên xwe yên bi Swêdê re qut bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst