Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Aftonbladetê ya Swêdî ragihand ku Salwan Momika hatiye kuştin.
Salwan Momika beriya niha Quran şewitandibû.
Li gorî medyaya Swêdê, Salwan Momikayê ku li Swêdê bi şewitandina Quranê hatibû naskirin, di weşana zindî ya medyaya civakî de bi guleyan hatiye kuştin.
Li gorî rojnameya Aftonbladetê, Salwan Momikayê 38 salî dema ku bi rêya TikTokê weşana zindî dikir hatiye kuştin ku ev yek ji aliyê çavkaniyên rojnameyê ve hatiye piştrastkirin.
Berdevkê Polîsê Stockholmê Daniel Vikdal jî got got ku polîsan li hundirê avahiyê û derdora wê lêgerîn kiriye.
Her wiha çavkaniyan amaje pê kir ku Saziya Ewlehiyê ya Swêdê (SAPO) beşdarî dozê bûye lê SAPOyê red kir ku li ser hûrgiliyên mijarê daxuyaniyê bide.
Berdevkê SAPOyê Gabriel Wernstedt got, “Ji ber ku mijar di bin lêpirsîna polîsan de ye em nikarin ti daxuyaniyê li ser vê mijarê bidin.”
Momika li Swêdê bi şewitandina Quranê bû kesayetiyeke navdar.
Kiryarên wî di pêvajoya endametiya NATOyê de Swêd xistibû nav krîzeke dîplomatîk û her wiha li Swêdê bûbû sedema bilindkirina asta gefa terorê.
Momika di vê çarçoveyê de ji ber bûyerên şewitandina Quranê yên ku sala 2023yan pêk anîne bi tawana "belavkirina kîna nijadî" hatibû tawanbarkirin û îro saet 11:00an dê biryar li ser doza wî bihata dayin.
ÎDIA - "Salwan Momika hat kuştin"
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 30, 2025
📌Malpera Aftonbladetê ya Swêdî ragihand ku #SalwanMomika hatiye kuştin
📌 Salwan Momika, Quran şewitandibû pic.twitter.com/8a9vJ2iaRK
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse