6 kes di xewê de kuştin û şewitandin: Ji malbatê tenê zarokek ma

03-10-2023
Nîşan Babil Kuştin Şewitandin Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya el-Midhetiyeyê ya parêzgeha Babilê ya Îraqê 6 kesên ji heman malbatê hatin kuştin û şewitandin.

Termên bav, dê û 4 zarokan ji malekê derketin.

Rayederan berê pêşbînî dikir ku agir girtiye mala wan û şewitîne lê derket holê ku beriya bişewitin bi kêran hatine kuştin.

“Me texmîn kir ku tawanek hebe”

Îbrahîm el-Bedîriyê ku xizmê malbatê ye û beriya gelek kesan gihaye cihê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Xeber hat ku mala Ebû Qemer dişewite. Me hewl da ku em bikevin hundir lê agir rê li ber me girt. Piştî ku tîmên agirvemirandinê hatin em ketin hundir.

Me dît ku dayikê li jûrekê xwe bi ser zarokên xwe de avêtiye. Paşê em li bav geriyan, me laşê wî li beşeke derveyî malê dît. Vê rewşa şik û guman çêkirin ji me re, me texmîn kir ku tawanek hebe.

Paşê hêzên ewlehiyê û Rêvebirê Polîsê babilê hatin. Wan da zanîn ku ku tawanek heye li holê.”

Li gorî daxuyaniya Îbrahîm el-Bedîrî, stûyê bav bi tiştekî tûj hatiye birîndarkirin û derbên şkenceyê hene li ser laşê wî.

Îbrahîm el-Bedîrî herwiha amaje pê kir, “Jûra ku dayik û zarok lê bûn ji binî şewitiye.”

Bi gotina Îbrahîm el-Bedîrî, “Malbateke bezerer bû û di navbera wan û kesî de pirsgirêk nebûn.”

Wî herwiha bangî Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê û Parêzgarê Babilê kir da ku “cezayê darvekirinê” bidin tawanbaran.

Lêkolînên li ser bûyerê didomin û termên wan 6 kesan şandine Saziya Tiba Dadî ya Bexdayê.

Tawanbarê hat girtin

Li aliyê din, Fermandarê Polîsê Babilê da zanîn ku tawanbarê vê êrişê hatiye girtin û beriya ku were girtin xwe li Bexdayê veşartiye.

Li gorî daxuyaniya Fermandarê Polîsê Babilê lêkolînên li ser bûyerê heta niha jî didomîn û piştî ku lêkolîn xelas bûn ew dê li ser bûyerê agahiyên berfireh bidin.

Rayedaran heta niha li ser sedema bûyerê ti agahi nedane.

Li nahiyeya el-Midhetiyeyê şokeke mezin û xemeke kûr hene. Şêniyên taxê ji ber vê bûyerê şaş û metel in.

“Ew kuştin û şewitandin”

Xizmê malbata ku hatiye şewitandin Ehmed el-Duşan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Destpêkê ew kuştin û paşê jî şewitandin. Vê bûyerê derengê şevê rû da. Malbateke bezerer bû.”

“Laşê zavayê me şewitiye”

Birayê kebaniya malê ya ku hatiye kuştin Murteda Mektûf Ecac jî wiha behsa bûyerê kir:

“Ez li jûra xwe razabûm, pismamê min hat û ji min re got, ‘Mala xwişka te di nava êgir de maye, derî girtî ne û ji ber dûxanê kes nikare bikeve hundir.é

Min baz da û ez çûm, min dît ku derî girtî ne û mala xwişka min di bin dûxanê de maye.

Min dît ku laşê zavayê me şewitiye û derbên kêran li serê hene.”

Zarokekî 9 salî filitiye

Di vê bûyerê de 6 endamên malbatê canê xwe ji dest da û tenê kurekî malê yê 9 salî xelas bû. Ew jî dema bûyerê li mala bapîrê xwe bû.

Bapîrê wî zarokî got, “Keça min heta 23:00yê şevê li mala me bû. Paşê çû mala xwe, tenê neviyên min ê mezin li mala me ma. Piştî ku çûn ew şewitandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst