Serok Barzanî li ser şewitandina Quranê: Ti hincetan qebûl nake

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Şewitandina Quranê Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser bûyera şewitandina Quranê li Swêdê peyamek belav kir û got, “Kirdara nerewa ya şewitandina Qurana pîroz bi tu awayekî naçê çarçoveya azadiya raderbirînê û hîç hincetêkê qebûl nake.”

Duh di yekem roja Cejna Qurbanê de welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitand.

Ew bûyer bû sedema nerazîbûn û bertekên tund di nav welat û civakên Misilman de û ew kiryar hat şermezarkirin.

Serok Mesûd Barzanî li ser bûyera şewitandina Quranê îro Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de anî ziman, “Kirdara nerewa ya şewitandina Qurana pîroz bi tu awayekî naçê çarçoveya azadiya raderbirînê û hîç hêcetêkê hilnagirê. Ev birîndarkirina hest û soza hemû Misilmanên cîhanê ye û em gelekî bi tundî şermezar dikin. Ev cure kirdar dijî giyanê tebayî û pêkvejiyanê ne û xizmeta gotara tarîtî û belavkirina riq û kînê dike û li ser hemû aliyek pêwîst e rêgirîyê lê bikin.”

Piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Selwan Momîka yê 37 salî, duh Çarşemê di yekem roja cejna Qurbanê de li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quranê şewitand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst