Li Nîjeryayê şivan û cotkar bi nav hev ketin: 5 kuştî

29-08-2024
Nîşan Nîjerya Fulanî Şivan Koçer Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Nîgerê ya Nîjeryayê di pevçûnên şivan û cotkaran de 5 kes hatin kuştin.

Li gorî medyaya cihî, li herêma Bossoyê di navbera şivan û cotkarên Fulanî de şer û pevçûnan rû da.

Di van pevçûnan de 5 kes hatin kuştin û gelek birîndar hene.

Li bakurê Nîjeryayê gelek caran di navbera Fulaniyên ku ajeldariyê dikin û eşîrên cotkar de gelek caran pevçûn çêdibin.

Fulaniyên koçber dibêjin ku cotkar hewl didin pezê wan bidizin.

40 milyon nifûsa Fulaniyên ku li gelek welatên Afrîkaya Navîn belav bûne heye û eşîra herî mezin a nîvkoçer a Afrîkayê Fulanî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst