Hewlêr (Rûdaw) – Li Çada ku welatekî Afrîkayê ye, şivan û cotkar li ser çêriya ajelan bi nav hev ketin.
Hat ragihandin ku di pevçûnan de 42 kes hatine kuştin.
Hikûmeta Çadê ragihand ku li herêma Tilegueyê ya li başûrê Çadê şivan û cotkar bi hev çûne.
Li gorî daxuyaniya hikûmetê, pevçûnan ji ber pirsgirêka çêriya ajelan rû daye û 42 kes hatine kuştin.
Hat gotin ku pevçûnan ji yekşemê heta çarşemê ajotiye û 175 kes jî hatine desteserkirin.
Li Afrîkayê gelek caran ji ber ziwayî û hişkesaliya di navbera şivan û cotkaran de pevçûn rû didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse