Nagorno-Qerebax: Bi hezaran Ermeniyan berê xwe da Ermenistanê

28-09-2023
RÛDAW
Bi hezaran Ermeniyan berê xwe da Ermenistanê
Bi hezaran Ermeniyan berê xwe da Ermenistanê
Nîşan Nagorno-Qerebax Ermenistan Azerbeycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî hefteyekê di ser operasyona 24 saetî ya Azerbeycanê ya li dijî Qerebaxê û tevlîkirina wê bi Azerbeycanê re derbas bûn.

Zêdetirî 53 hezar Ermenî bi rêya korîdora Laçînê berê xwe da Ermenistanê.

Ermenistan li heviyê ye ku 120 hezar kes koçber bibin.

Azerbeycanê da zanîn ku di operasyonê de 192 serbazên wan hatine kuştin û zêdetirî 511 leşkeran jî birîndar bûne.

Cudaxwazên Ermenî jî ragihandin ku herî kêm 200 kesên wan hatine kuştin, 10 ji wan sivîl in û bêhtirî 400 kesî jî birîndar bûne.

Susana Balasaniyana 68 salî dema ku Azerbeycanê dest bi bombebarana bajarê Martakertê ya herêma Qerebaxê kir bi malbata xwe re rûniştibû.

Susana niha li moteleke li bajarê Gorîsê yê başûrê Ermenistanê ye.

Hevjînê Susanayê sala 2020an di şerê Azerbeycan û Ermenistanê hat kuştin.

Ew ji tirsa ku wê û zarok û neviyên wê jî bikujin mala xwe li dû xwe hişt.

Susana Balasaniyana 68 salî anî ziman:

“Em bi wan re namînin ji ber ku em dizanin dê çi bînin serê me.

Ev tê wateya wêrankirin, kuştin û avêtina zarokên me ji pencereyan e.”

Azerbeycan rê nade çavdêrên navdewletî

Neteweyên Yekbûyî ji Azerbeycanê dixwaze ji bo dîtina rewşa mirovî ya li Qerebaxê rê bide çavdêrên navdewletî lê Azerbeycan heta niha razî nebûye.

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Ermenistanê Narik Mikrciyan got:

“Di van rojên dawî de me platformek ji bo nirxandina hewcedariyên welatiyên xwe yên li Qerebaxê ava kir, heta niha zêdetirî 3 hezar serlêdan hatine kirin.”

Tevî ku Nagorno-Qerebax ji sala 1991ê ve di destê Ermeniyên cudaxwaz de ye jî lê ew der ji aliyê civaka navneteweyî ve wek beşeke Azerbeycanê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst