Şerê Azerbeycan û Ermenistanê: Ji malbata xwe 11 kes ji dest dane, naxwazin yê 12an jî bidin

26-09-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Azerbeycan Ermenistan
A+ A-

Baku (Rûdaw) - Di encamê şerê zêdetirî 30 salan yê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de her du aliyan jî heta niha gelek qurbanî dane.

Li Bakûya paytextê Azerbeycanê kêm zêde herkesê herî kêm kesek ji malbata xwe yan jî ji xizm û kesûkarên xwe ji dest daye.

“Ji malbata xwe 11 kes ji dest dane”

Refîq Mîxayîl yek ji wan kesan e wî bav û mam û birayek jî di nav de ji malbata xwe 11 kes ji dest dane.

Mîxayîl bixwe jî 45 rojan bi birîndarî di destê hêzên Ermenistanê de wekî dîl maye û di encama mûzakereyan de hatiye azadkirin.

Refîq Mîxayîl got, “Di malbata me de birayê min bavê min û birayekî bavê min şehît ketin.

Bavê min 48 salî, birayê min jî di 18 salîya xwe de şehit ketin.

Dema ku birayê min şehit ket, li gundê me jin û zarok jî di nav de 11 kesûkarên me jî şehît ketin.

Ez û bavê xwe û diya xwe dîl ketin. Dêya min li Efkerovê bû, em jî li Xankendiyê bûn.

Gelekî şkenceyên giran li min û bavê min dikirin.”

“Ew naxwazin qurbanê 12an jî bidin”

Cebraîl jî xwarzayê Reqîk e û kurê wî Îbrahîm ev 5 meh e li Qerebaxê di bereya şer de ye.

Cebraîl her cend e şanaziyê bi kurê xwe dike lê dilê wî ne aram e ji ber ku ew naxwazin qurbanê 12an jî bidin.

“Ez mehê tenê carekê dikarim bi kurê xwe re biaxivim”

Bavê serbazekî Azerî Cebraîl Gefferov wiha anî ziman:

 Kurê min serbaz e. Ez bavê serbazekî me, kurê min niha li bereya şer e, şer dike.

Xweda kurê min û hemû artêşa me biparêze. Rihê şehîdên me şad be.

Ez mehê tenê carekê dikarim bi kurê xwe re biaxivim.”

Hikûmeta Azerbeycanê alikariya kirê dide malbatên ku zarokên wan di şerê qerebaxê de jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li gel beşek xercan û her meh mûçeyek jî ji aliye hikûmetê ve ji bo wan malbatan tê dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst