Bîlançoya dawî ya teqîna Qerebaxê: 125 mirî

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Nagorno-Qerebax Ermenistan Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Xankendî-Eskeranê ya Qerebaxê, li cihê depokirina benzînê teqînekê rû dabû.

Li gorî zanyariyên dawî, hejmara kesên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest daye gihiştiye 125 kesan.

Li gorî Armenpressê ku ajansa fermî ya Ermenistanê ye, 25ê Îlonê li herêma Xankendî-Eskeranê ya Qerebaxê, li cihê depokirina benzînê teqîn çêbû.

Di nûçeya piştî teqînê hatibû parvekirin de, hejmara kesên canê xwe ji dest dabû wekî 68 kesan hatibû ragihandin.

Armenpressê, bîlançoya herî dawî ya teqînê parve kir û diyar kir ku heya niha 125 kes mirine.

Saziya Tipa Edlî jî ragihand ku nasnameya 21 kesên canê xwe ji dest daye hatiye eşkerekirin.

Ji aliyê din ve, hat destnîşankirin ku hîn jî aqûbeta 105 kesan ne diyar e.

Ji 290 birîndaran 168 kes şandin nexweşxane û navendên tedawiya şewatê yên li Ermenistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst