Azerbeycan û Ermenistanê dîlên xwe guhertin

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan Azerbeycan Ermenistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Azerbeycanê 32 leşkerên Ermenî, Ermenistanê jî 2 leşkerên Azerbaycanê berdan.

Di daxuyaniya Komîteya Welatiyên Girtî, Winda û Dîl ên Azerbeycanê de hat ragihandin ku di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de leşkerên dîl hatine guhertin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Gazahê ya li ser sînorê her du welatan 32 leşkerên Ermenistanê radestî rayedaran hatin kirin û Ermenistanê jî 2 leşkerên Azerbeycanê radest kirin.

Hat destnîşankirin ku leşkerên Ermenî yên li aliyê Azerbeycanê hatibûn girtin piştî ku rewşa wan a tenduristiyê ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve hat kontrolkirin hatin berdan.

Di pêvajoya radestkirinê de ti alozî derneketine.

Serokkomariya Azerbeycanê û Serokwezîriya Ermenistanê piştî hevdîtina 7ê Kanûna Pêşînê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Di encama hevdîtinan de ji bo xurtkirina baweriya di navbera her du dewletan de lihevkirinek hat kirin.

Hat ragihandin ku Bakuyê biryara berdana 32 leşkerên Ermenî daye û Êrîvanê jî biryara berdana 2 leşkerên Azerbaycanê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst