Amerîka: Me peyama Ocalan dîtiye

28-02-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser banga Ocalan got, "Her hewlek ji bo çekdanîn û nehiştina gef û metirsiyên, gavek e ku em pêşwaziyê lê dikin"

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re got, "Me daxuyaniya Abdullah Ocalan dîtiye, Amerîka, PKKyê wekî rêxistineke terorîst nas kiriye, ji ber vê yekê her hewlek ji bo danîna çekan û nehiştina gef û metirsiyên, gavek e ku em pêşwaziyê lê dikin."

Heyeteke berfireh a DEM Partiyê piştî serdana Îmraliyê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan belav kir.

Abdullah Ocalan xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Şandeya DEM Partiyê, piştî sê hevdîtinên ku bi bang û daxwaza Bahçelî li Girtîgeha Îmraliyê hatibûn kirin doh li Stenbolê daxuyaniya Abdullah Ocalan a bi navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ragihand.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyama xwe de got:

“Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.

Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku Birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.

Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike.  Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst