Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê zarokekî yeksalî qutiya ku xweliya bapîrê wî tê de bû vekir û xweliya wê xwar.
Dayika zarok kêliyên vê buyerê belav kir.
Li gorî nûçeya The New York Postê, bûyer li bajarê Lincolnshireyê ya Brîtanyayê qewimî.
Jina bi navê Natasha Emeny, dema çûye odeya rûniştinê ya mala xwe, dîtiye ku kurê wê xweliya bapîrê wî ya ku di qutiyekê de hatiye parastin dixwe.
Jinikê ragihand, ew demeke kurt derketiye qata jorîn da ku cil û birgên xwe bixe dolaba kincan dema ku vegeriyaye kurê xwe yê bi navê Koah di nav xweliyê de dîtiye.
Emenyê aniye ziman ku kurê wê bêyî ku bizanibe xweliya bavê wê xwariye.
Natasha Emenyê diyar kir ku piştî demekê wê fêhm kir ku bê ka çi bûye.
"Hinek avê bide kurê xwe, dê baş bibe"
Emenyê ji şopînerên xwe re dîmenên kurê wê yên di nav xweliyê de ne belav kir.
Di vîdeoyê de tê dîtin ku cilên zarok û rûyê wî di nav xweliyê de mane û bi wî rengî digere. Pişt re qutiya dekoratîf a ku xweliya camêrê mirî tê de dihat parastin, di kamerayê de tê dîtin.
Li vir jî tê dîtin ku xwelî li derdorê belav bûye. Emenyê di vîdeoyê de got; “Kurê min xweliya bavê min xwar."
Jinika ku anî ziman ku wê qutî li cihekî bilind danîbû, got ku wê texmîn dikir bejna kurê wê nagihîje wî cihê ku qutîk lê ye lê wê fêm kir ku ew şaş e.
Tê gotin ku zarokê biçûk ji ber xwarina xweliyê rastî ti pirsgirêkên tenduristî nebûye.
Dayikê jî eşkere kir ku wê li ser mijarê bi doktoran re axiviye û wan jê re gotiye, "Hinek avê bide kurê xwe, dê baş bibe."
"Heke bavê min sax bûya dê ew jî gelekî bikeniya"
Vîdeo li ser medyaya civakî gelekî belav bûye.
Li ser şîroveya, "Ji kerema xwe re bibêjin ev henekeke 1ê Nîsanê ye." Emenyê got, "Xwezî wisa bûya."
Li gorî gotina Emenyê heger bavê wê sax bûye dê ew jî bikeniya.
#VÎDEO - Li Brîtanyayê zarokekî yeksalî qutiya ku xweliya bapîrê wî tê de bû vekir û xweliya wê xwar.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 4, 2025
🎥Vîdeo: Natasha Emeny pic.twitter.com/BSEMY9p5ZI
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse