Li Holendayê rêjeya dayîna mafê penaberiyê kêm bûye

05-04-2025
Hêmin Ebdullah
Koçberên li Holendayê /Wêne: AFP
Koçberên li Holendayê /Wêne: AFP
Nîşan Holenda Koçber Mafê Penaberiyê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Holendayê Daîreya Koçberan bi şanazî radigihîne ku li bin siya siyasetên hikûmeta niha rêjeya dayîna mafê penaberiyê kêm bûye.

Havîna borî ji sedî 80yê ji daxwazên penaberiyê dihatin qebûlkirin, niha bûyeji sedî 65.

Daîreya Koçberan a Holendayê kêfxweş e ku di kêmtirî salekê de kariye bike ku mirovên kêmtir li wî welatî mafê penaberiyê wergirin.

Havîna par, yanî sala 2024an, ji wan kesên ku li Holendayê daxwaza mafê penaberiyê dikir, ji sedî 80yê daxwazên wan dihatin qebûlkirin; niha rêje daketiye ji sedî 65.

Daîreyê sedemên daketina rêjeya qebûlkirinê eşkere kir û diyar kir ku niha pîvanên dijwartir ji bo biryardayîna li ser dosyeyan hatine danîn.

Sedemeke din jî ew e ku heta par jî Îraq û Yemen di nav wan welatan de bûn ku wekî herêmên metirsîdar dihatin naskirin û xelkê wan hêsantir mafê penaberiyê werdigirt lê îsal ev yek nema ye.

Par di nav Parlamentoya Holendayê de gelek rexne li Daîreya Koçberan hatin girtin, ji ber ku rêjeyeke gelekî bilind a mafê penaberiyê dabû xelkê.

Sedema rexneyan ew bû ku li seranserê Yekîtiya Ewropayê rêjeya navîn ji bo dayîna mafê penaberiyê ji sedî 50 ye û Holenda gelekî li ser wê rêjeyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst