Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner diyar kir ku ji bo baweriyê divê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi vîdeoyê be.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê û nivîskarê Yeni Şafakê Mehmet Metîner bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.
Metîner amaje bi ziyareta heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê kir û got:
"Dê tiştên gelekî xweş çêbibin dê rûyê me hemûyan bikene, çek dê li axê bên veşartin.
Ne tenê li Tirkiyeyê, li welat û warê xwe yê Tirkiyeyê, her wiha li Sûriyeyê jî dê Kurd wekî yek ji unsurên avakar serbilind bijîn.
Serokatiya Barzanî di vê wateyê de gelekî girîng e. Ne tenê ji bo Kurdan, di têkiliyên Tirkiye û Kurdan, Tirk û Kurdan de Serokatiya Barzanî gelekî gelekî girîng e.
Di vê pêvajoyê de beşdariya Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û tevahiya serokatiya Barzanî di çareserkirina pirsgirêkê û çareserkirina pirsgirêka çekan de gelekî girîng e.
Înşalah em dê li cîhaneke nû şiyar bibin ku tê de çek bi tevahî dê bê deng bibin, aştî dê serwer be û em hemû dê bi hev re bi ser bikevin."
"Nivîsa bangê ya Ocalan amade ye"
Metîner di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku deqa banga Ocalan amade ye û wiha domand:
"Ez ne di wê baweriyê de me ku dê bigihêje Newrozê. Piştî van hevdîtinên li Herêma Kurdistana Îraqê û vegerîna şandeyê, dê daxuyaniyên li wir jî bigihêjin Ocalan.
Deqa axaftina ku Ocalan dê bike amade ye, ez di wê baweriyê de me ku amade ye. Piştî wan hevdîtinan jî ew deqa axaftinê dê bi îhtimaleke mezin bigihêje şiklê xwe yê dawî.
Ez di wê baweriyê de me ku eger di vê mehê de astengiyek dernekeve, yan jî di destpêka Adarê de, dê banga çekdanînê ya Ocalan were.
Ev dikare bi dîmen jî be, dikare nivîskî jî be. Ez ji destpêkê ve yek ji wan kesan im ku dibêjin divê banga Ocalan bi dîmen be û wê diparêzim.
Ez vê yekê ji dewleta me û hikûmeta me re jî pêşniyar dikim. Dê baweriya wê zêdetir be.
Dema em li daxuyaniyên ku ji bakurê Sûriyeyê ji aliyê Mezlûm Ebdî ve tên dinêrin, dema em li daxuyaniyên ku ji şandeya DEM Partiyê ve tên dinêrin, dema em li daxuyaniyên Kak Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dinêrin, em dibînin ku ev pirsgirêk êdî hatiye çareserkirin.
Ji ber ku rûyê wan dikenin. Rûyên me jî dê bikene.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse