Dusseldorf (Rûdaw) - Li Brîtanyayê dadgereke bi şaşî mafê penaberiyê da koçberekî ku xwe wekî Îraqî radest kiribû lê dadwer wisa zanîbû ku ew welatiyê Îranê ye.
Niha ew koçber divê xwe ji bo dadgeheke nû amade bike û dibe ku mafê penaberiyê jê were standin.
Dadgerekê li Londonê berî çend rojan li dosyayekê nihêrî ku ya kesekî ji Başûrê Kurdistanê û welatiyê Îraqê bû.
Dadgehê navê wî penaberî eşkere nekiriye ku kesî daxwaz kiribû ku li Brîtanyayê mafê penaberiyê bidinê, ji ber ku wekî ku ew dibêje, li ser torên civakî rexne li hikûmet û partiyên Kurdistanê girtiye û eger bê şandin rastî pirsgirêkan dibe.
Her wiha wî kesî gotiye ku wî li Brîtanyayê jî li dijî wan partiyan çalakî kiriye û berê daxwaza penaberiyê ya wî kesî hatibû redkirin, lê wê rojê dadwer (Helena Sefîld - Tampson) li Dadgeha Koçberî û Penaberiyê ya Londonê bêyî du dilî biryar dide ku mafê penaberiyê wergire.
Welatiyê Başûrê Kurdistanê bi dilekî xweş ji dadgehê derketiye, lê parêzerên Wezareta Karên Navxweyî ya Brîtanyayê daxwaza têhelçûnê dikin û dibêjin, xuyaye dadwer rêberiyên giştî yên Îraqê û Îranê tevlihev kiribe, ji ber ku hemû ew bingehên li ser çavdêrîkirina torên civakî, desteserkirin û êşandina xelkê bi wan sedeman di sîstema Brîtanî de behsa Îranê dikin ne ya Îraqê.
Piştî lênerînekê diyar dibe ku derbasî wisa ye û dadwer navê Îraq û Îranê lê tevlihev bûye; ji ber vê yekê biryar hatiye dayîn ku careke din li ser dosyaya koçberê Kurd civîn were kirin û biryareke nû li ser were dayîn.
Li aliyê din koçberekî 26 salî, ku gotiye xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, dosyayeke balkêş heye; ew piştî ku biryara dersînorkirina wî tê dayîn, diçe beşdariyê di xwepêşandanekê de li ber Balyozxaneya Îranê li Brîtanyayê dike.
Ew koçber hesabeke Facebookê heye û rexne li Îranê digire lê tiştekî girîng heye ku koçber ji bîr kiriye, ew jî ev e ku berê di dosyaya xwe de gotiye, ew nexwendewar e; ji ber vê Home Office (berpirsên Wezareta Navxweyî ya Brîtanyayê) jê dipirsin, "Em baweriyê bi kîjanê bikin? Wê yekê ku tu xwendewar î û li Facebookê çalak î yan wê yekê ku tu nexwendewar î?"
Ji ber vê yekê wezaret li ser redkirina dosyaya wî û dersînorkirina wî israr dike lê paşê dadwerek biryara dersînorkirinê radigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse