Almanya - Kesên heqaretê li Cihûyan dikin dê werin dersînorkirin

05-04-2025
Hêmin Ebdullah
Parlamnetoya Almanyayê /Wêne: Bundestag
Parlamnetoya Almanyayê /Wêne: Bundestag
Nîşan Almanya Cihû Îsraîl Dersînorkirin
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Almanya dixwaze welatînameya kesê ku welatînameyek din jî heye û heqaretê li Îsraîl û Cihûyan dikin bistîne.

Her wiha Almanya sê welatiyên Ewropayî û Amerîkiyekî dê dersînor bike ku li gorî rayedarên li Berlînê piştgiriya Xezeyê û Hemasê kirine.

Hikûmeta bê ya Almanyayê li ser vê yekê dixebite ka çi rêyên destûrî hene ji bo standina welatînameyê ji wan kesên ku piştgiriya terorê dikin, yan tundajo ne, yan jî dijî Cihûyan in (yanî li dijî Îsraîl û Cihûyan in).

Ev di belgeyekê de diyar dibe ku wekî kaxeza danûstandinan di navbera her du partiyan Yekîtiya Xirîstiyan (CDU/CSU) û Sosyal Demokratan (SPD) de heye ji bo pêkanîna hikûmeta nû.

Di wê belgeyê de behsa wê yekê hatiye kirin, ka çawa welatîname ji wan kesan were standin ku welatînameyek din a wan heye û sîstema azad û demokratîk a Almanyayê dixin metirsiyê.

Li aliyê din biryar hatiye dayîn 4 kesên ku li Berlînê beşdarî xwenîşandanên ji bo piştgiriya Xezeyê bûne, bi tawana dijî Cihûyan, dê bên dersînorkirin.

Ya balkêş ew e ku, 3 ji wan welatiyên Yekîtiya Ewropayê ne û di nav wê yekîtiyê de sînor di navbera welatên endam de nîne û ji aliyê yasayî ve ne diyar e ka dersînorkirin çawa tê qebûlkirin; kesê çarem jî Amerîkî ye.

Ew kesên ku rexneyên wan li biryarê hene dibêjin, ev dubarebûna dosyayên wisa ye li Amerîkayê ku xwestin kesek ji ber beşdariya di xwenîşandaneke piştgiriya Xezeyê de dersînor bikin lê dadwerekî bicihkirina biryarê rawestandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst